Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI: Jiber Bûyerên li Kongresê Pirtir ji 100 Kes Hatine Girtin


Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) ragihand ku ser bûyerên tundtûjîyê yên 6’ê Rêbendanê yên li Kongresê pirtir ji 100 kes hatine girtin.

Serokê FBI Christopher Wray, di brîfînga taybet ya bo Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence de, dîyar kir ku wan ji 6’ê Rêbendanê vir ve nasnameyên 200 bergumanan ronî kirine.

Wray got ku ‘’Em dizanin ku hûn kî ne, eger hûn li wir in, ajanên FBI’yê dê we bibînin.’’

Di bûyerên li Kongresê de 1 ji wan polîs, 5 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.

Ji alîyê din ve, nasnameyên kesên jiber bûyerên li Kongresê hatine girtin jî têne eşkere kirin.

Karbidestên ewlekarîyê yên federal ragihandin ku ew şexsê ku li Kongresê ala Konfederasyonê, ku di Şerê Navweyî ya Amerîka de ala yekîtîya eyaletên başûr bû, hildabû hatiye girtin.

FBI û karbidestên Wezareta Dadê dîyar kirin ku FBI û Wezareta Dadê piştrast kirin ku Kevin Seefired û kurê wî Hunter li Wilmington ya eyaleta ya Delaware radestî polîsan bûne.

Bergumanekî din, Hunter Ehmke ji alîyê Wezareta Dadê ve jiber zarardana li milkê dewletê, astengkirina rûniştina fermî û karanîna tundûtûjîyê hat tawanbar kirin.

Li gor belgeyên dadgehê, polîsekî dîtiye ku Ehmke pencereyeke Kongresê şikandiye û hewil daye bikeve hindur, wî polîsî hewil daye Ehmke desteser bike lê jiber fişara ciwanên bi hêrs neçar maye wî berde.

Piştî bûyerên li Kongresê, Civata Nûneran împîçkirina Serok Donald Trump pejirandibû û ew bi vî awayî bûbû serokê Amerîka yê pêşî yê du caran hatiye împîç kirin.

XS
SM
MD
LG