Rêvebirîya Xwarin û Dermanê ya Amerîkî (FDA) îro Sêşemê ragihand ku hejmara e-cixareyên curbicur ku li Amerîka têne firotin giheştiye 9 hezaran.
“Tevî hemî hewilên me yên sê salên dawî, cixareyên elektronîk yên bi tahma ku ji zarokan re xweş tên, sê qat zêde hatine firotin û ji 9 hezarî borîne.”
Ajansa AP da zanîn ku bilindbûna asta karanîna cixareyên elektronîk, ku di carekê de tên avêtin, bi giranî jiber cîhazên erzan çêdibe ku ji Çînê tên kirîn.
AP dîyar dike ku piranîya cixareyên ku di bazarê de ne bi tahma fekî û şekirok in ku bala xortên nûgiheştî dikşînin.
FDA bal dikşîne ku firotina wan cixareyan li Amerîka qedexe ye, lê ew bi berdewaî diherikin nava bazara welêt û hember anîna wan cezayên giran tunene.
FDA hişyrî dide ku ger bi vî awayî bidome, hêza FDA her diçe lawaztir dibe ku bikaribe bazara cixareyên elektronîk kontrol bike ku berê di bin bandora kompanîya Juul û cixareyên din yên bi dubareyî dihatin xebitandin de bû.