Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FDA Ser Karanîna Vaksîna Johnson & Johnson Hişyarîyê Dike


Rêvebirîya Derman û Xwarinê (FDA) ya Amerîka bo wergirtina vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johnson jiber têkîlîya wê ya bi rewşeke girêdayî tamaran ve hişyarîkeye nû kir.

Ajansa çavdêriya federal roja Duşemê di daxuyanîyekê dîyar kir ku ew raporên pêşîn yên 100 kesên ku yek-doz ya vaksina Johnson & Johnson wergirtî raber dikin li wan sendroma Guillain-Barré çêbûye.

Li gorî FDA, sendroma Guillain-Barré dema ku sîstema parastinê zîyanê dide şaneyên demaran dibe û egerê lawaziya masûlkeyan û hindek caran şelel dibe. Her sal li Amerîka di navbera 3,000 û 6,000 kes bi vê rewşê têne dîtin.

FDA da zanîn ku ji 100 wergirên derziyê yên ku bi sendroma Guillain-Barré ketine, kesek mirîye û 95 jî di nexweşxaneyê de ne.

Piraniya wan kesan 50 salî û mezintir bûne ew rewş du hefteyan piştî wergirtina vaksînan dîyar bûye.

XS
SM
MD
LG