Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Rêjeya Bêkarîyê di Hefteyekê de Zêde Dibe


U.S. weekly jobless claims rise; layoffs drop in March
U.S. weekly jobless claims rise; layoffs drop in March

Serlêdanên jibo tomarkirina bêkarîyê li Amerîkayê hefteya borî zêde bûn lê bi giştî di asta nizm da dimîne û ji kar derxistin jî kêm e.

Wezareta Kar îro Pêncşemê ragihand ku rêjeya bêkarîyê jibo hefteya ku 12ê Sibatê qedîya 23,000 zêde bûn û gihîşt 248,000. Ew rêje heftîya berî wê 225,000 bû.

Lê dîsa jî navîniya çar hefteyên bêkarîyê, ku heftane tê tomar kirin, 10,500 daket û bû 243,250. Ew hefteya duyê ya daketinê bû piştî ku pênc hefteyên serhev bilind dibû, jiber belavbûna vîrûsa koronayê ya cûreya omicron ku li gelek herêmên Amerîkayê karsazî têk biribû.

Bi tevahî, ji 1.6 mîlyon kêmtir Amerîkîyan alîkariya bêkarîyê di hefteya ku bi 5'ê Sibatê qedîya de wergirtin, ku nêzîkî 26,000 ji hefteya borî kêmtir bû.

Di destpêka vê mehê de, Wezareta Kar bo meha Çileyê rêjeyeke bilind ya wergirtina kar ragihand ku karmendan 467,000 kar zêde kiribûn.

Xerçkirina hikûmetê û derxistina vaksînê aborî zindî kiribû û karmendan sala borî 6.4 mîlyon kar zêde kiribûn. Aborîya Amerîkayê di sala 2021'an da 5.7% mezin bû, ku ji mezinbûna 7.2% ya sala 1984'an vir ve mezinbûna salane ya herî bilez bû.

Zêde germbûna aborîya Amerîkayê bo sedema enflasyona ku çil sale nehatîye dîtin û herwiha bo sedema ku Banka Navendî (Federal Reserve) desteka darayî bo aborîyê sist bike.

Banka Navendî nîşan daye ku ew dê di meha Adarê da dest bi rêze bilindkirina rêjeyên faîzê bike, û helwesta dema pandemîyê ku wergirtina kar û mezinbûn geş kiribû û herwiha bibû sedema enflasyona bilind bidawî bike.

XS
SM
MD
LG