Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwerê Federal Doza Trump ya Belgeyên Nehênî Betal Dike


Dadwerekî federal ku li ser doza belgeyên nehênî ya serokê berê Donald Trump li Florida bû îro Duşemê biryar da ku darizandinê betal bike û pê re ligel parêzerên berevanî hevbîr bû ku dozgerê taybet yê ev doz vekiribû ne bi awayekî qanûnî hatiye danîn.

Biryara Dadwer Aileen Cannon dawîyê li dozeke tawankarî tîne ku dema hatibû vekirin bi firehî wekî doza yasayî ya herî metirsîdar ya li ber serokê berê yê Komarî dihate hejmartin.

Di wê dozê de Trump rûbirûyê çend tawankarîyan hatibû, tê de ew bi veşartina belgeyên nehênî bi awayekî neqanûnî li mala xwe (Mar-a-Lago) li Florida dihat tawanbakirin. Ew herihwa bi astengkirina hewlên FBI jibo vegerandina wan belgeyan dihat tawanbarkirin.

Parêzerên berevanîya Trump çend arguman li hember dozê hildabûn, di nav de xaleke teknîkî ku tekez dikir dozgerê taybet Jack Smith bi awayekî neqanûnî hatiye danîn ser dozê. Wan herwiha digot ku ofîsa Smith bi awayekî ne durist ji alîyê Wezareta Dadê ve hatîye fînanse kirin.

Dadwer Cannon di biryara xwe ya 93 rûpelî de got ku “Danerên (Destûra Amerîka) roleke girîng dane Kongresê jibo danîna karbidestên payebilind û yên jêr wan. Nabe ku ew rol ji alîyê Desthilata Cîbicîkar were lîstin, çi di vê dozê de yan di her dozeke din de, di dema pêdivîya niştimanî yan ne.”

Tîma Smith bi giranî li hember vê argumanê derketin dema ku meha borî li pêş Cannon beşdarî rûniştinên guhdarîkirinê bûn. Wan ji dadwer re got ku heta eger biryar di berjewendîya tîma berevanîyê de, nedibû ku serrastkirina durist betalkirina tevahîya dozê be.

Berdevkê tîma Smith demûdest bersiva pirsekê ser vê mijarê neda û tîma Trump jî demûdest ti bersiv nebû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG