Piştî komkujiya Şengalê di sala 2014an ve bi hezaran kurdên Êzîdî mal û milkên xwe li paş xwe hiştin û derbeder bû û gellek ji malbatên wan bûn qurbaniyên teroristên DAIŞê û ta roja îrojî hîna wê jana wê êşê dikşênin. Lê belê hin ji hunermend û çalakvanên devera Şengalê, biryar dan ku careke din vegerin û deverê geş bikin û ji nû ve ava bikin, hunermend Fehed Herbo yek ji wan kesa ye ku li gundê Xane Sorê rêvbertiya navneda Mirzo Music dike, ev navend ku ji aliyê muzîkjenê kurd Gani Mirzo hatiye damezrandin bo fêrkirina muzîkê ji zarok û gêncên devera şengalê.
Fehed Herbo di sala 1996an de li gundê Xirbe Izêr ji dayik bûye.
Ji zaroktiya xwe ve ketiye bin bandora muzîk û hunera Êzîdî ya resen ji ber wê wî dest bi lêdanê Tembûrê kir, wekû amêrek pîroz di kelepora Êzîdî de.
Ji ber êrîşên teroristên DAIŞê li ser şengalê di 2014an de, Fehed û malbata xwe ji gundê xwe derketin û ew li Qamişlo bi cî bû.
Li Qamişlo tevlî çalakiyên çand û hunerî bû û bi komên muzîkê re çalakî û xebatên hunerî li dar xistin.
Di sala 2018an de bi alîkariya muzîkjenê kurd Gani Mirzo ku li Ispaniya dijî, navneda Mirzo Music li gundê Xnae Sorê vebû û Fehed rêvebrtiya wê dike.
Hunermend Fehed bawer dike ku huner dikare guherînan di civakê de çê bike û serwera milatan ji wendakirinê biparêze, ji ber wê ev bi biryar vegeriyaye Şengalê û li wir xewnên zarokan dike rastî û êşa ku li ser destê DAIŞ dîtin , dike berhem û afirandin ji bo paşerojek xweştir.