Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qralê Îspanya Felipe bi Vîrusa Korona Ket


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Qralê Îspanya Felipe bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê ew agahî ji zarê jêderên qesira qralîyetê ragihand.

Qral Felipe roja Sêşemê semptomên sivik yên vîrusa korona raber kirine û testa wî ya roja Çarşemê pozîtî derketiye.

Ew dê heft rojan di karantînê de bimîne.

Jêderên qesirê didin zanîn ku li ser Qralîçe Letizia û keça wê Prenses Sofia ti semptom nehatiye dîtin.

Ew jêder dibêjin ku rewişa Qral Felipe baş e û ew dê xebatên xwe ji cîhê ku lê rûdine bidomîne.

XS
SM
MD
LG