Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Felucê Pêş Dikevin, Cîhên Girîng Kontrol dikin


Hêzên Îraqî li Felucl
Hêzên Îraqî li Felucl

Ajansa AFP radigihîne ku di pêşketineke girîng ya operasyona rizgarkirina Felucê de, hêzên Îraqî ala netewî li ser avahîya serekî ya hikûmetê bilind kiriye.

Fermandarên operasyonê ji ajansê rê dibêjin ku zêde berxwedaneke xurt ya çekdarên DAIŞê tune û gelek ji wan ji qada şer ya bajarê Felucê ya sembolîk direvin.

Ku Felucê ji destê DAIŞê were rizgar kirin, dibe darbeke mezin ji wê koma tundra re jiber ku Sûrîyê û Lubnanê jî herêmên berfireh ji bin kontrola wê derketin.

Lê, Dîrektorê CIA John Brennan do Pêncşemê hişyar kir ku DAIŞ hin jî hêzeke girîng e û xwe dikare bigehîne her derê cîhanê.

Rêverbirê Giştî yê polîsa federal ya Îraqê Shaker Jawdat got, azadkirina navend ahikûmetê xwedîyê wateyeke sembolîk e ku desthilata hikûmeta navendî li bajêr pêk hatiye.

XS
SM
MD
LG