Piştî şerên dijwar ku çend hefte ne didomin, hêzên ewlekarî yên Îraqê îro Înê xeta parastina DAIŞê şikandin û xwe gîhandin navenda bajarê Felucê ku pirtir ji du salan e di destê DAIŞ'ê de bû.
Firokên koalîsyona navnetewî jî armancên DAIŞ'ê bombebaran kirin û 2 yekîneyên taktîkî û 6 sîlahên otomatîk rûxandin, di heman demê de ku hêzên taybet yên Îraqî navenda kontrolê ya DAIŞ'ê xistin bin kontrola xwe.
Berdevkê koalîsyona navnetewî Kolonel Chris Garver piştrast kir ku hêzên Îraqî avahîya hikûmetê ya li navenda bajêr xistin bin kontrola xwe.
Piştî ku DAIŞ'ê kontrola bajêr hinda kir, dora 18,000 sîvîl dest bi revînê kirin û nêzîkî 15 kîlometre meşîn ku xwe bigehînin deverên ewle.
Nûnerê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Îraqê, Bruno Geddo ji VOA re got, “raport têne destê wan ku DAIŞ dixwaze çavê wan kesan bitirsîne ku dixwazin ji bajêr birevin.”
Geddo got ku sîvîlên ku giheştin deverên ewle ji alîyê artêşa Îraqê û endamên din yên malbatên wan ve tên pêşwazî kirin.