Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîkmet Yilmaz Dibêje Birayê Wî Ferhan li Gîrtîgehê Hatiye Kuştin


Roja yekşemê dimenên nexweşek giran, dev û serû çav werimandî, li ser medya civakî hate belavkirin. Ew xortek Kurdê ji Batmanê bû. Navê wî FerHan Yilmaz e û ew dîmen piştî Ferhan jiyana xwe jidest da, ji aliye bire wî hate belavkirin.

Ferhan 38 salî bû û sê sal bûn li girtîgeha Silivrîyê ji dozên edlî girtî bû. Du roj mabû ji ku ji zindanê were berdan.

Birayê Ferhan, Hikmet Yilmaz ji Dengê Amerika re axivî û got girtîgehê dema telefonê wan kirine gotine ku Ferman sekteya dil derbas kirîye û rewşek lezgin heye divê lezubez bigîjin.

Dimena ku Hikmet lê rast hatiye ew matmayî hîştiye jiber ku li ser laşe Ferhan de gelek birin, derb hebûne, xwin li şer laşe wî hişk bûye û lêvên wî ji derban werimandî bûye.

‘’Digel li nexweşxanê gotin ji seketeya dil mirîye, di rapora mirinê de weke sedema mirinê jî weke şewbek destnîşan kirine.’’

Meytê Ferhan li Batmanê bianxkirin, lê darbesta ku Ferhan kirine hemî xwîn bûye.

Hikmet da xuyakirin jiber ku laşe birê wî werimandî bû, darbest ji meyt re biçûk dihat, bizorê tê de keys kirin.

Ew bawer dikin ku li zindanê birayê wÎ bi lêdan û îşkencê hatîye kuştin.

Hikmet, d,menên meytê bire xwe pêşî ji Omer faruk gergerlioglu re hinartîye, ku ew hem parlamentere HDPê ye hem jî doktor.

‘’Her roj gelek kes sekteya dil derbas dikin, dimrin lê li ser laşe wan ne derb çêdibe, ne diwerimin ne jî xwînî dibin.’’

Omer Faruk Gergerloglu rewşa Ferman anî rojeva parlamenê.

Herwiha li ser medayê gelek nûçe çêbûn. Lê him Wezareta Dadê him jî Serdozgerîya Silivrî li dijî iddiaya ku Ferhan Yilmaz hatiye kuştin derketin û daxuyanî dan.

Serdogezrî dibêje ji bilî birîn û şopên otopsiye, li ser laşê Ferhan tu şopên kêr, gule an jî ben nine.

Dozgerî destnîşan dike di heman deme de lêpirsin vekirine û hemî dimenên kamerayan yên girtîgehê jî tomar kirine herwiha îfadeya şahidan jî girtine û rastî di bi encama lêpirsinê de ronî dibe.

Wezareta Dadê jî di daxuyaniya xwe de got ku Ferhan Yilmaz piştî nesax dibe, dibin revîrê ji wir sewqê nexweşxaneya Silirvri dikin li servîsa nexweşên giran derman dikin lê piştî dilê wî disekine wefat dike.

Wezaret dibêje li ser medyayê hin nûçeyên ne rast belav dibin bi armanca reşkirinê û destnîşan dike ku divê raya giştî îtibar bi wan nuçeyan neyne

KHF_04_15_2022_Ferhan_Yilmaz
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
XS
SM
MD
LG