Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Ferhat Parlak ji Zîndanê Azad Dibe


Rojnamvan Ferhat Parlak
Rojnamvan Ferhat Parlak

Rojnamvan Ferhat Parlak, 15 meh berê li navça Farqînê bi tawana endamtiya rêxistina terorê hat girtin.

11'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Diyarbekirê dirûniştina pêşî ya dozê de roja duşemê biryara tahliyekirnê jibo Ferhat Parlak da.

Şahidek bibû sedem ku rojnamevan Parlak bi îdiaya endametîya rêxistina terorê were girtin. Lê heman şahid dirûniştina yekê ya dozê de îfadeyê xwe guhert û got Ferhat Parlak tenê karê rojnamegerihyê dike.

Xanima rojnamvan Ferhat Parlak û herdû keçên wî li hember dadgehê li benda azadkirina Ferhat in.
Xanima rojnamvan Ferhat Parlak û herdû keçên wî li hember dadgehê li benda azadkirina Ferhat in.

Hevjîna Ferhat Parlak, Sîma Parlak dibêje jiber îftirayan û şadiya derew em bi mablatî 15 meh in, di nav zehemtiyên mezin de jiyane.

Diya Ferhat jî dibêje, li hember zilmê qeweta mesûman tuneye. Li gorî Sendîkaya Rojnamegeran (TGS) li Tirkiyê 135 rojnameger girtî ne.

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed 09 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG