Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterîya Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu hat rakirin.

Dijî Encu bi tawanên ‘’endamtîya rêxistina terorî’’ û ‘’propagandaya terorê’’ doz hatibû vekirin û wî di Hezîrana 2016’an de 4 sal û 7 meh cezaya hepsê sitandibû.

Parêzerên Encu dijî biryarê serî li Dadgeha Herêmê ya Entabê dabûn lê dadgehê biryar pejirand. Bi pejirandina biryara dagehê parlamenterîya Encu hat rakirin.

Berê jî ser biryarên dadgehê parlamenterîya Fîgen Yuksekdag, Nursel Aydogan û Besîme Konca hatibû rakirin. Jiber neçûna meclîsê jî parlamenterîya Leyla Zana hatibû rakirin.

Bi vî awayî parlamenterîya 7 parlamenterên HDP’ê rakirin û niha li parlamentoyê Tirkîyê 52 paramenterên wê partîyê hene.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG