Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê Berê yê HDP'ê Ferhat Encu ji Girtîgehê Hat Derxistin


Parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ferhat Encu, piştî temamkirina cezayê xwe, îro ji girtîgehê hate derxistin.

Encu ku parlamanterê bajarê Şirnexê bû, di Mijdara 2016an de hatibû desteser kirin.

Ew dû re bi îdiaya propgandaya rêxistine terorê hatibû girtin û 3 sal, 9 meh û 10 roj cezayê zindanê li wî hatibû birîn.

Encu, herwiha ji dozeke cuda jî 10 meh cezayê zindanê xwaribû û bi giştî 4 sal, 7 meh û 10 roj ceza ji wî re hatibû dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Encu, di qirkirina Roboskê de 11 xizimên xwe hinda kiribûn û piştî erêkirina cezayê wî ji alîyê dadgehê ve, parlamanterîya wî hatibû pûç kirin.

XS
SM
MD
LG