Ferhenga Akademîk ya Kurdî ya ku ji alîyê Prof. Dr. Abdullah Kiran ve hate nivîsîn, derket pêş xwendevanan.
Ferheng bi sê zimanan; Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî hatiye amade kirin û valahîyeke girîng tijî dike.
Ferhenga Akademîk ferhengeke online e anku li ser înternetê, di lînka https://www.ferhengakademik.org/ de berdest e.
Prof. Dr. Kiran dibêje ku zimanê Kurdî yê akademîk di nav Kurdan de sedama gengeşîyên mezin e, loma ew hêvî dike ku ferheng gotûbêjên heyî kêmtir bike.
“Zimanê akademîk pêşketina civakekê nîşan dide. Peyîvên her pîşeyê taybet cûda cûda ye. Ger mirov li gor wan qadan peyîvan bikar neyîne serketin jî zehmet e. Peyîvên teknîkî, hunerî, bijîşkî, zanistî û hwd, gava bi rêkûpêk neyên bikaranîn, pêşketin jî nabe. Loma jî vî alî de valahîyek hebû, min jî ev ferheng amade kir.”
Kiran dide zanîn ku di ferhengê de pirtir ji 4 hezar zêdetir peyîv hene û wî salên dirêj li ser vê ferhengê xebitîye.