Berdevkê Parîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Osman Baydemîr dîyar kir ku dosyeya bo girtina hevserokê partîya wî Selahattîn Demîrtaş, bi fermana Wezareta Dadê ya Tirkîyê hatiye amade kirin.
Baydemîr li parlementoya Tirkîyê preskonferansek li dar xist û dosyeya ku li ser ‘’nepenî’’ dinivîse nîşanî rojnamevanan da.
Berdevkê HDP’ê da zanîn ku di 9’ê Îlona 2015’an de, ser gotinên Demîrtaş yên li dijî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, Wezareta Dadê tavilê bi dosye xwestîye ku ‘’tiştên ku pêwîst in werine kirin’’
"Ev, belgeya binpêkirina xala 13’an ya Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê ye û nîşan dide ku darizandin bi fermanan tê meşandin." Baydemir got.
Baydemir bal kişand ser peyva "nepenî" ya li ser dosyeyê û got ku ‘’eger ev dosye asayî be, çima li ser ‘nepenî' hatiye nivîsandin?’’
Hêjayî bîrxistinê ye, tevî Demîrtaş 11 parlamenterên HDP’ê di girtîgehê de ne.