Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Festîvala Fîlman ya Berlînê Bin Sîya COVID 19 Pêk Tê


Logoya ji Festîvala Fîlman ya Berlînê (Arşîv)
Logoya ji Festîvala Fîlman ya Berlînê (Arşîv)

Damezranerên Festîvala Fîlman ya Berlînê îro Çarşemê dîyar kirin ku wê festîval di meha pêş de bi awayê tevlîbûna kesane pêk were.

Lê, wan da zanîn ku ewê tenê nîvê kapasîteya rûniştinê ya heyî were bikar anîn û bo beşdarvanan pêwîst bikin ku regezên xurt yên COVID-19 bişopînin.

Festîvala navdar ya Almanya ku wek Berlinale jî tê zanîn sala borî jiber vîrusa korona onlaynî hatibû darxistin.

Berpirsên festîvalê ragihand ku Berlînale ewê di 10'ê Sibatê de destpê bike, di 16'ê Sibatê de bi merasîma xelatdayînê Hirçên Zêrîn û Zîv (Golden and Silver Bears), bi dawî bibe.

Di dema normal de festîval bo 10 rojan berdewam dikir.

Piştî 4 rojan ya dawîbûnê ewê fîlmên festîvalê li sînemayên derdora paytext bi pêşandanên gel bêne nîşandan.

Hevdem, wan gotin ku bo parastina dûrah ya civakî, kapasîteya rûniştinê li sînemayên festîvalê ji sedî 50 were kêm kirin û ti partî yan bûyerên giştî neyên darxistin.

Temaşevan divê vaksînkirî bibin yan jî belgeya testa neyînî ya demên dawî nîşan bidin û herwiha maskan li xwe bikin.

Almanya îro 80.430 pêketinên vîrusa korona yên nû ragihand, ji destpêka pandemîyê vir ve, hejmara herî bilind ya di rojekê de ye.

Herwiha, li welêt heya niha zêdetirî 114.000 kes bi sedema nexweşîya COVID-19 mirine.

Enstîtuya Robert Koch ya bo nexweşîyên enfoksîyonê jî hefteya borî got ku Omicron ji % 44 bûyerên vîrusa korona yên li Almanya pêk tîne.


XS
SM
MD
LG