Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feysel Yusif: Alîkarîyên Amerîkayê Nagihin Miletê Kurd li Sûrîyê


Amerîka roja Yekşemê ragihand ku ewê alîkarîya xwe ya neleşkerî jibo opozisyona Sûrî zêde bike.

Di gotarekê de piştî civîna ‘Hevalên Sûrîyê’ li Stenbolê, Wezîrê Derve John Kerry got ku hikûmeta Amerîkî 123 milyon Dolarên din dide opozisyona Sûrî.

Endamê Desteya Bilind a Kurd Feysel Yusif dibêje ku alîkarîyên Amerîkayê nagihin milet û partîyên Kurdî li Sûrîyê.

Birêz Yusif herwiha dibêje ku Kurd dixwazin tevlî civînên ‘Hevalên Sûrîyê’ û kombûnên din yên navneteweyî bibin, lê belê amadekarên civîna Stenbolê nexwest Kurd beşdar bin.

Endamê Desteya Bilind herwiha dibêje ku “em her beşek in ji opozisyona Sûrîyê û xebatê dikin jibo avakirina dewleteke demokratîk.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG