Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengbêjê Kurd yê Navdar Feyzoyê Rizo Koça Dawî Kir


Feyzoyê Rizo
Feyzoyê Rizo

Dengbêjê navdar yê Kurd Feyzo Amarov ku wek Feyzoyê Rizo tê naskirin do êvara Sêşemê ya 7’ê Mijdarê li bajarê Krasnodar başûrê Rûsya koça dawî kir.

Koça dawî ya Feyzoyê Rizo ji alîyê heval û hezkirîyên wî ve ji ser medya civakî hat ragihandin.

Sedama mirina Rizo wek penceşêra madê hat dîyar kirin ku 2 sal berê bi wê nexweşîyê ketibû û di demên dawî de rewşa wî ya saxlemîyê ne baş bû.

Rizo ku Kurdekî Êzîdî bû, di 1954’an de li gundê Vermezyara bajarokê Eşmedzînê yê Ermenistanê ji dayik bûye.

Malbata Rizo di 1915’an de neçar dibe ku ji herema Îdirê koçî Rûsyayê bibe û li derdora Rêwan û Tiblîsê bi cîh dibe.

Rizo ji malbata Mecîdê Faris, malbateke hunermendan û dengbêjan bû, biraziyê dengbêjên bi nav û deng Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e.

Wî bi mezinbûna di nava malbetekî hunermend de, ji zaroktîya xwe ve dest bi dengbêjî û stranbêjîyê kiriye.

Dengbêjê Kurd jibo dahata xwe di ciwantîya xwe de sewalkarî kiriye û piştre jî wek ajokarekî li firokexaneyê xebitîye.

Lê, Feyzoyê Rizo ji ciwantiyê ve li kombûnên civakî, şevbêrk, şahî û dawetan bê navber kilam distiran û gelek li amûrên muzîkê dixist.

Rizo di dawîya salên 1960’an de jî hêla Radyoya Rewanê ve hatibû vexwendin ku kilamên xwe li studyoyê pêşêş bike. Kilamên wî di radyoyê de 26 sal in li alîyê hemî Kurdan ve hatin bihîstin.

Li gor gelek pisporên muzîkê taybetmendîya Rizo ya herî mezin, ew xwedîyê dengeke pir bilind e.

Wî gelek stranên klasîk yên Kurdî bi hostatiyek mezin dixwend û wek yek ji wan navên ku çanda denbêjîyê didomand, dihat naskirin.

Stranên Delalîyê, Destmala min, Oy oy li min, Hekîmo, Gede, Bavê Feqî, Nûrê û Salih çendên herî navdar in ku Rizo bi hostatîyek mezin dixwend.

Feyzoyê Rizo di 2003’an de , di Festîvala Çand û Hunerê de, li Amadê ligel bilûrvanê navdar Egîdê Cimo stranên herî kevnar yên çanda Kurdan pêşkeş kir.
Di muzîka Kurdî de du stranên klasîk hene ku dema tên bihîstin Rizo tê bîra mirovan; 'Desmala min' û 'Hekîmo.'
Di fîlma "Vodka Lemon" ya Hiner Saleem de jî bi Cimo re têne dîtin.

Li gor ragihandina malbat û hevalên wî, Rizo wê sibe Pençşemê li Krasnodarê bi merasîmeke were oxir kirin.

Jêder: Rojnameya Xwebûn

XS
SM
MD
LG