Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Sudanî Pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan Dike


Serokwezîrê Îraqê Mohamed Shia al-Sudani (C) Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hussein (R) civîna ligel Wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fidan (L) li Paytext Bexda 23ê Tebaxê, 2023.
Serokwezîrê Îraqê Mohamed Shia al-Sudani (C) Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hussein (R) civîna ligel Wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fidan (L) li Paytext Bexda 23ê Tebaxê, 2023.

Wezîrê Dervê yê Tirkîyê Hakan Fîdan îro Çarşemê li paytexta Îraqê Bexdayê bi serokwezîrê welêt Mihemed Şîa el-Sudanî re hevdîtineke kir.

Wezareta Derve ya Tirkîyê li ser hevdîtinê daxuyanîyeke nivîskî belav kir û wiha got:

"Di hevdîtinê de mijarên ku di rojeva herdu welatan de ne hatin gotûbêjkirin, yên wek pêşxistina hevkarîya siyasî, aborî û ewlehîyê."

Li gor nivîsgeha serokwezîrtîya Îraqê Sudanî, di hevdîtinê de di derbarê dijî terorê de nêrînên xwe parve kiriye û destnîşan kiriye ku ewlehî û aramî ji bo hikûmeta Bexdayê girîng e.

" Serokwezîr eşkere kir ku Îraq qebûl nake ku ti kom axa wê bo êrîşkirina welatên cîran bikar bîne. Wî xwest ku di nav komîteyên hevpar yên ewlehiyê yên bi Tirkîyê re hevkarîyeke berfirehtir bê kirin û li ser tevgerên yekalî dest bi diyalogê kir."

Nivîsgehê herwiha got ku Sudanî bal kişandiye ser parastina mafên Îraqê û her du welatan bo çareserîya pirsgirêka avê hevbîr bûne.


" Îraq bo gotûbêjkirina hemû mijaran, bi taybet jî aborî, bazirganî û çareseriya qeyrana avê ya li Îraqê cidî ye. Sudanî ji Tirkîyê xwest berdana avê jibo Îraqê were zêde kirin, " nivîsgeha Sudanî got.

Li gor heman daxuyanîyê, Hakan Fîdan jî ragihandiye Tirkîye bo çareserîya pirsgirêkên di navbera her du welatan de amade ye û dixwaze di warên cûda de piştgirîya Îraqê bike.

Fîdan îro berî serokwezîr Sûdanî bi Serokomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd re jî civîya.

Li gorî daxuyanîya wezareta derve ya Tirkîyê; Fîdan û Reşîd zêdekirina bazirganîya dualî, têkoşîna dijî terorê û karanîna bi kêrhatî ya avên ku ji navbera sînorên her du welatan de derbaz dibin, gotûbêj kirine.

Hakan Fîdan do Sêşemê dest bi serdan xwe kiribû û li Bexdayê bi hevtayê xwe Fuad Huseyîn re civîya û piştre di preskonferansa hevpar de axivîn.

Fîdan ragihand ku wî ji Îraqê xwestiye ku bi awayê fermî PKK’ê wekî “rêxistina terorê” pênase bike.

Li bende ye ku Fîdan îro derbazî Hewlerê bibe û li wir bi karbidestên Hikûmeta Herema Kurdistanê (KRG) re hevdîtinan bike.

Jêder: Turkish Foreign Ministry, Anadolu Ajansı, NRT,Gazeteduvar

XS
SM
MD
LG