Wezratea derve ya Amerîka îro Sêşemê 17'ê Sibatê daxuyanîya hevbeş ya diyaloga di navbera Fîlîpîn û Amerîkayê de weşand.
Daxuyanî dide zanîn ku li Manîla paytexta Filipînê civîna 4emîn a Danûstandina Deryayî ya Hevbeş lidarxistin û têkil'yên stratejîk ên demdirêj di navbera herdu welatan de hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de herdu alîyan dubare kir ku ew pêgir in ku maf, azadî û bikaranîna qanûnî ya avên deryayan li gorî qanûnên navneteweyî biparêzin, wek ku di peymana Netewên Yekbûyî (UNCLOS) de hatî destnîşankirin.
Balyozxaneya Amerîka li Filipînê di platforma xwe ya X'ê de giringîya civîna hevbeş û diyaloga stratejîk bi têkilîyên girîng yên 80 salî di navbera herdu welatan de dinirxîne.
Herdu welatan piştgirî da azadîya gerîn û firînan, bazirganîya bêasteng û derfetên aborî li Deryaya Çînê ya Başûr.
Ev danûstandin, ku yekem car di 2022'an de hat destpêkirin, wek platformek ji bo baştirkirina hevrêzîya siyaseta û operasyonên deryayî di navbera herdu welatan de dom dike.
Civîn li ser bingeha hevkarîya berfireh a herdu alîyan hate domandin, di nav de civîna wezîran a "Xurtkirina Hevkarîyê ji bo Bidestxistina Qada Deryayî ya Aram û Biewle," ku di sala 2025îan de ji aliyê wezîra derve ya Fîlîpînê Tess Lazaro, û wezîrê derve yê Amerîka Marco Rubio ve, di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hatbû pêkanîn û lidarxistin.