Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîpîn li Kupaya Cîhanî ya Jinan Cara Pêşî bi Ser Ket


Kupaya Cîhanî ya Jinan ya FIFA’yê ya 2023’an bi maçên duyê yên koman didomin.

Ji mazûvanên maçan New Zealand di maça duyê de li hember Fîlîpînê lîst.

Fîlîpînê, New Zealand bi golekê têk bir û di dîroka xwe de cara pêşî li Kupaya Cîhanê bi ser ket.

Di maçên pêşî de, New Zealandê, Norwec têk biribû, û Fîlîpîn jî li hember Swîsreyê têk çûbû.

Kolombîya jî di maça duyê de Koreya Başûr bi du golan têk bir.

Casey Phair ya Koreya Başûr bi 16 salîya xwe bû lîstikvana herî ciwan ya dîroka kupayê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG