Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ Berpirsîya Êrîşa li Fîlîpînê Digire Ser Xwe


Reuters’ê ragihand ku DAIŞ’ê berpirsîya êrîşa çekdarî ya li Manîla ya paytaxta Fîlîpin girt ser xwe.

Di êrîşa ku îro Înê li gazînoyekê pêk hatibû de, bi kêmî ve 36 kes hatibûn kuştin.

Êrîşvanê ku ketibû qumarxaneyê, pişti gule li dora xwe reşandibûn, agir berdabû maseyan û hin ji kuştîyan jiber dûmanê fetisîbûn.

Karbidestên Fîlîpin dîyar kiribûn ku ti peywendîya êrîşvan bi çekdarên Îslamî yên ku li başûrê wî welatî bi hêzên hikûmetê re şer dikin tune û êrîşvan hewil daye dizîyekê pêk bîne.

DAIŞ’ê, di ser ajansa Amaq’ê re ragihand ku êrîşa Manîla çekdarên wê li dar xistîye.

XS
SM
MD
LG