Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Çekdarî de 36 Kes li Fîlîpînê Têne Kuştin


Reuters’ê îro Înê ragihand ku di êrîşeke çekdarî ya li gazînoyeke Manila ya paytaxta Fîlîpînê bi kêmî ve 36 kes hatine kuştin.

Berdevkê Serokomarîya Fîlîpînê Ernesto Abella dîyar kir ku ti peywendîya êrîşvan û çekdarên Îslamî yên li başûrê wî welatî şer dikin bi hev re tune.

Abelle got ku li gor delîlên pêş dibe ku êrîşvan ketibe hewildaneke dizîyê.

Karbidestên ewlekarîya didin zanîn ku piranîya kuştîyan bi gaza piştî ku êrîşvan agir berdaye maseyan çêbûye mirine.

Êrîşvan piştî êrîşê xwe jî şewitandiye û miriye. Medya herêmî dibêjê ku êrîşvan bi Îngilizîyeke pir baş diaxîfîye ku dibe ku ew yekî bîyanî be.

XS
SM
MD
LG