Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Filîstînî Dibêje li Gaza Pirtir ji Nîvê Avahîyan Hilweşîne


Wezareta Saxlemî ya Rêvebirîya Filîstînî, ku navenda wê li Kenara Rojava ye, ser şerê li Gaza hin agahîyên nû weşandin.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî ya Rêvebirîya Filîstînî pirtir ji 50 ji sedê avahîyên li Gaza hilweşîne.

Ew wezaret dide zanîn ku 70 ji sedê kesên li Gaza neçar mane ji warên xwe derkevin.

Agahîyên wezaretê nîşan didin ku 16 nexweşxaneyan xizmetên xwe rawestandine, 42 avahîyên bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve û 7 dêr û 55 mizgeftan zarar dîtine.

Îsraîl dîyar dike ku Hamas li bin mal, mizgeft û dibistanên Gaza tunelan çêdike.

Artêşa Îsraîlê dide zanîn ku wê piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê vir ve êrîş birine ser pirtir ji 11,000 navendên "terorîstan."

Wezareta Saxlemî ya li Gaza dîyar dike ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 9700 kes hatine kuştin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG