Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Hewila Kuştina Serokwezîrê Fîlîstînî Hate Desteser Kirin


Mahmûd Abbas
Mahmûd Abbas

Hêzên ewlekarî yên di bin kontrola Hamasê li Gaza bergumanekî serekî ya hewila kuştina serokwezîrê Fîlîstînê, Rami Hamdallah desteser kir.

Bergumanê ku navê wî nehat eşkere kirin, di pevçûna bi hêzên ewlekarî ve hat birîndar kirin û du hêzên ewlekarî jî hatin kuştin.

Konvoya Hamdallah û berpirsê polîsên Fîlîstînî Majid Faraj di 13’ê Adarê de, li Gaza bûbûn armanca êrîşeke bombeyî, lê her du jî ji êrîşê filitîbûn.

Serokê Fîlîstînî Mahmûd Abbas roja Duşemê Hamas bi wê peqînê tawanbar kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hamas kontrola Gaza di 2007’an de ji destê Fatah standibû.

XS
SM
MD
LG