Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filistînî Dibêjin di Êrîşên Îsraîlê yên Ser Gaza de 1799 Kes Hatine Kuştin


Zarokek Filistînî, ku di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de birîndar bûye, Gaza, 13 Cotmeh 2023
Zarokek Filistînî, ku di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de birîndar bûye, Gaza, 13 Cotmeh 2023

Wezareta Saxlemîyê ya Filîstînê îro înê ragihand ku ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên ser Gazayê di 7’ê Cotmehê û vir ve, heta niha herî kêm 1799 kes hatine kuştin.

Wezaretê da zanîn ku di nav 1799 kuştîyan de, 583 zarok û 351 jin jî hene û got ku zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Wezareta Saxlemîyê ya Filîstînê herwiha eşkere kir ku ragihand îro li Şerîeya Rojava di xwepêşandanên bo piştgiriya Gazayê herî kêm 9 Filîstînî jiber gulebarana hezên Îsraîlê hatine kuştin.

Wezaretê da zanîn ku îro herî kêm 130 Filîstînî jî birîndar bûne ku rewşa hinekan giran e.

Wezaretê herwiha got ku di tundîya girêdayî şerê Îsraîl ya dijî Hamasê de, ji 7’ê Cotmehê vir ve 44 Filîstînî hêla hezên Îsraîlî ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG