Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filîstînî Dibêjin Îsraîlê li Herêma Alîkarîya Mirovahî Herî Kêm 40 Kes Kuştine


Karbidestên Filîstînî rewşa awarte îro Sêşemê radigihînin ku Îsraîlê êrîşeke muşekî biriye ser herêma alîkarîya mirovaî ya li başûrê Kerta Gaza.

Karbidest didin zanîn ku di êrîşê de bi kêmî ve 40 kes hatine kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûne.

Êrîş li Mawasi ya li rojavayê Xan Yûnisê li dar ket ku wê herêmê jibo jimareke mezin ya Filîstînîyên jiber pevçûnên Îsraîl û Hamasê ji herêmên din yên Gaza revîbûn, mazuvanî dikir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê çend fermandarên payabilind yên Hamasê kuştine ku hin ji wan beşdarî li êrîşên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê kirine.

Wê artêşê dîyar kir ku hejmara ser kuştîyan şaş in û Hamas ser tevgerên li herêma alîkarîya mirovahî tawanbar kir.

Hamasê jî ragihand ku li herêmê ti çekdarê wê tuneye.

Vîdyoyên ser medyaya civakî nîşan didin ku mirov hewil didin ku hin kraterên kûr bikolin û kavilan rakin.

Berevanîya Sîvîlan ya Gaza ragihand ku malbata di çadiran de hatine kuştin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG