Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Dixwaze bi Swêdê re Têkeve NATO'ye


Wezîrê Derve yê Fînlandîya Pekka Haavisti îro Duşemê ragihand u ew hêvî dikin bi Swêdê re tev li NATO bibin.

Haavisto dîyar kir ku daxwaza wan ya xurt hîn ew e ku ew bi Swêdê re tev li NATO bin û ew dixwazin ku di dawîya Tîrmehê de peyvajoyên beşdarîyê temam be.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî girjîya bi Swêdê re îşaret kir Enqere dikare razî bibe ku Fînlandîya berî Swêdê bibe endama NATO.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî îro Duşemê daxuyanîyeke heman rengî dabû.


Tirkîyê hefteya borî danûstandinên NATO yên bi Swêd û Fînlandîya re jiber protestoyên li Stockholmê, ku di nav wan de şewitandina Quranê jî hebû, rawestand.

Swêd û Fînlandîya, par piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.

Bo tevlêbûnê her du dewletan, divê 30 welatên endamên NATOyê serlêdana Swêd û Fînlandîya bipejirînin. lê heta niha Tirkîye û Macaristanê daxwaza wan welatên Bakurî nepejirandiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG