Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya jiber Hatina Penaberan Derîyên Sînorî Jinûve Digire


Wezîra Navxweyî ya Fînlandîya Mari Rantanen îro Pêncşemê ragihand ku ewê jibo rêgirtina koçberan derîyên sînor yên bi Rûsya re jinûve bigirin.

Rantanen li parlamanê dîyar kir ku jiber ku koçber jinûve têne sînorê Fînlandîya ew neçar mane ku wisa bikin.

Hemî rêkên di navbera Fînlandîya û Rûsya de jibo du hefteyan hatibûn girtin û ew dem îro tije bûbû.

Helsînkî dîyar dike ku jiber ku wê hevkarîya bi Washingtonê re xurt kiriye, Moskow berê koçberan dide sînorên wê, lê Kremlîn vê tawanbarkirinê red dike.

Parêzvanên Sînorên Fînlandîya didin zanîn ku piştî wan meha Mijdarê sînor girtiye koçber nehatine.

Li gor parêzvanan îro bi vebûna du rêkên derbazbûnê pirtir ji 30 kes jibo penaberîyê hatine sînorê Fînlandîya.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG