Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Serokomarîya Fînlandîya de Stubb bi Ser Ket


Serokwezîrê berê yê Fînlandîya Alexander Stubb di hilbijartinên serokomarîyê de bi ser ket.

Di hilbijartinan de Stubb yê konservatîf 51,6 ji sedê dengan, Wezîra Derva ya berê Pekka Haavista 48,4 ji sedê dengan wergirt.

Hilbijartinên serokomarîyê yên Fînlandîya jiber ku hilbijartinên pêşî yên piştî endamtîya li NATO bûn ji nêzve dihatin şopandin.

Stubb piştî serketina di hilbijartinan de dîyar kir ku ew niha nikarin bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re dîyalogeke sîyasî çêkin.

‘’Di siberoja nêz de ez bi Putin re yan rêberîya sîyasî ya Rûsya re ti dîyalogê nabînim. Em hemî hewil didin ku rêkeke ber bi aştîyê bibînin, lê bi min wisa tê ku ew rêk niha di qada şer ya Rûsya re derbaz dibe.’’

Stubb wê 1’ê Adarê bi awayekî fermî li kursîya Saudil Niinisto rûne.

Serokomarê Fînlandîya bi awayekî rastexwe berpirse sîyaseta derve û ya ewlekarîyê ye.

Fînlandîya di Nîsana sala borî de bûbû endama 31’ê ya NATO.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG