Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlandîya Wê Kêmtir Vîzayan Bide Rûsan


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Fînlandîya dê hejmara vîzayên bo Rûsan kêm bike.

Wezîra Derva ya Fînlandîya Pekka Haavista îro Sêşemê da zanîn ku ewê hejmara vîzayên bo Rûsan 10 ji sedî daxin.

Haavista dîyar kir ku ewê ji 1’ê Îlonê pê ve randevuyên bo vîzayan kêm bikin û bi wî awayî kêmtir vîzayan bidin Rûsan.

Hêjayî bîrxistinê ye, Fînlandîya û Swêd, ku wek welatên bêalî dihatin naskirin, piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO dan ku bibin endamên wê tifaqê.

Bo Fînlandîya û Swêdê prosesa dengdanên li parlamanên endamên NATO didome.

XS
SM
MD
LG