Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku du firokên Rûs îro Pêncşemê nêzî Porvoo ya Fînlandîya firîne.
Reutersê dîyar kir ku dibe ku firokên MIG-31 ketibin qada esmanî ya Fînlandîya.
Wezareta Berevanî ya Fînlnadîya di daxuyanîyekê de got ku hêzên wê yên esmanî jî li hember tevgerên gumankirî bi awayekî operasyonî firîne.
Karbidestên berevanîya sînorê Fînlandîya ser zêdegavîyê dest bi lêpirsînê kir.
Hêjayî bîrxistinê ye, Fînlandîya û Swêdê, piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir serî li NATO dan ku bikevin wê tifaqê.