Serokwezîra Fînlandîya Sanna Marin îro Sêşemê bang li Macaristan û Tirkîyê kir ku serlêdana wan ya bo endamtîya li NATO bipejirînin.
Marin da zanîn ku divê Macaristan û Tirkîyê bi qasî ji dest wan tê, zû serlêdanê Fînlandîya û Swedê qebûl bikin.
Ji welatên NATO, bi tenê Macaristan û Tirkîyê serlêdanên Fînlandîya û Swêdê nepejirandine.
‘’Em li bendê ne ku Tirkîye û Macaristan serlêdanên me bipejrînin. Ez dibêjim ewê derengbûn û zûbûna pejirandinê wê ji me re girîng be,’’ Marin got.
Fînlandîya û Swêdê hefteya borî dîyar kiribûn ku ew dixwazin bi hev re bibin endamên NATO.
Her du dewletan piştî şerê Rûsya û Ukrayna, di meha Gulanê de bo bibin endamên NATO serlêdan kiribûn.
Karbidestên Tirkîyê di hefteyên borî de îdia kiribûn ku Swêd û Fînlandîya terorîstan dihewînin û dijî endamtîyên wan sekinîbûn.
Di NATO’yê de 30 dewlet hene û bo dewleteke din bibe endama wê tifaqê divê ew 30 dewlet wê dewletê bi yekdengî bipejirînin.