Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firat Anli: Aqûbetê KCKê Hat Serê Hikûmetê


Firat Anli
Firat Anli
Firat Anli bi Gultan Kişanakê re Berbijarê Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê ye.

Anli jî wek bi hezaran sîyasetvanên Kurd, ji doza KCK’ê hatibû girtin û nêzî çar salan di girtîgehê de ma. Ew di Sibata 2013 ji hepsê derket û xebatên xwe yên sîyasî didomîne.

Hêjayî gotinê ye BDP xwedî kotaya sedî pêncî ya jinan e anku divê nîvê berbijarên vê partîyê jin bin. Anli bawer dike ku divê jin jî di rêvebirîyên herêmî de cî bigirin.

Anli bîr dixe ku bi hezaran Kurd maxdurên doza KCK’ê ne û hemî pêkhatinên dijî qanûnî jiber pirsgirêka Kurd derdikeve.

Wî jibo rewşa niha ya sîyaseta Tirkiyê jî got "Aqûbetê KCKê hat serê hikûmetê."
XS
SM
MD
LG