Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Şerker ya Tirk li Nêzî Amedê Ket Xwarê, Firokevan Rizgar Bû


Firokln F-16 yên Tirk
Firokln F-16 yên Tirk

Ajansa Reutersê ragihand ku îro Duşemê firokeke ceng ya artêşa Tirkîyê li başûrê rojhilata wî welatî ketîye xwarê, lê firokevan bi saxî ji qezayê filîtîye.

Karbidestên Tirk dîyar kir ku jibo hînbûna sedema qezayê wan dest bi vekolîneke berfireh kirîye.

Çavkanîyên ewlehîyê da zanîn ku firoka ceng li erdekî vala ketîye xwarê. Helîkopteran li wê herêma firehîya wê 3-4 kîlometre ye, kontrola teqemenîyên nepeqîyayî dikin.

Li Dîyarbekirê, bingeha ezmanî ya leşkerî nêzî balafirgeha sîvîlan e. Hat ragihandin ku jiber ewlehîya sîvîlan rêya balafiran hatiye guherandin; firok dê li firîngehên din yên nêzîk dakevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku firokên ji vê bingeha ezmanî ya leşkerî radibin, piranî li bakurê Îraqê êrîş dibin ser çeper û kozikên Partîya Karkerkêrên Kurdistanê (PKK).

XS
SM
MD
LG