Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje di Firoka Gêrbûyî de Peqîn Çenebûye


Karbidestekî leşkerî yê Rûsî îro Pêncçemê ragihand ku di nav firoka ku Yekşemê li Derya Reş gêrbûyî de ti peqîn çênebûye.

General Sergei Bainetov ku vekolîna bûyerê bi rêve dibe, ragihand ku di nav firokê de peqîn çênebûye, lê ew hîn nikarin îhtîmala kiryareke terorîstî rakin.

Vekolêr herwiha li îhtîmalên din yên wek xirabbûna benzîna firokê, çewtîya pîlotan û pirsgirêka teknîkî dinêrin ku sedema ketina firokê dîyar bikin.

Wezîrê Veguhastinê ya Rûsî Maxim Sokolov jî ragihand ku tîmên lêgerînê, perçeyên firokê ji bin avê derxistine û herwiha 19 term û pirtir ji 200 organên mirovan jî dîtine.

Firoka ketî ji bajarê Soçî ber bi Lazqîya ya Sûrîyê diçû û bo konserta sersalê, endamên artêşa Sûrî dibirin wî welatî.

XS
SM
MD
LG