Ajansa nûçeyan ya fermi li Sûrîyê, SANA dibêje, firokeke ceng, di dema firîna ceribandinê de jiber pirsgirêkeke teknîkî, li rojhilata paytaxt Şamê kete xwarê.
SANA bi berdewamî got ku bizavên lêgerîna pîlotê firokê, ku xwe bi serketî avête der, berdewam e.
Taxên rojhilata Şamê ku firok gêr bûye, di bin kontrola serhildayên dijî Serokê Sûrî Beşar Esad in.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku firok jiber kêşeyeke teknîkî ket, lê firokevanê wê ji alîyê serhildayan hatiye desteser kirin.
Ceyş el-Îslam, ku li rojhilata Şamê aktîf e, ragihand ku çekdarên wî firoka Sûrî anî xwarê, lê ew îdia ji alîyê jêderên serbixwe nehat piştrast kirin.