Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Rûsya li Sûrîyê Ket Xwarê


SU-24
SU-24

Wezareta Berevanî ya Rûsya bi daxuyanîyekê ragihand ku firokeke wan ya li Bingeha Esmanî ya Hmeymim ya li Surîyê dema rabûnê derketîye derveyî pîstê û pîlotên firokê jî jîyana xwe ji dest dane.

Wezaretê da zanîn ku cûreya firokê SU-24 e û dibe ku jiber arîzeyeke teknîk ketibe.

Karbidestên Rûs derbarê hejmara pîlotên jîyana xwe ji dest dane ti agahî nedan, lê di firokên SU-24 de bi giştî 2 pîlot hene.

Wezareta Berevanî ya Rûsya bi berdewamî dîyar kir ku jiber ketina firokê ti zarar negihaştîye tesîsê.

XS
SM
MD
LG