Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Eyaleta Mississippi Firoke Ket 4 Kes Mirin


Arşîv
Arşîv

Berpirsê rewşa awarte li eyaleta Mississippi ya Amerîka roja Çarşemê ragihand ku 4 kesan jiyana xwe ji dest da dema ku firokek biçûk ketîye ser malekê li şeva borî demjimêr 11:30, polîsê herêma Hattiesburg derhal gehiştîye ciyê bûyerê.

Destpêkê hat zanîn ku 2 kes mirine, lê piştî çûne ciyê bûyerê dît ku 4 kes mirine, lê berpirsan nasnama wan nezanîye, û nayê zanîn kanê kesên mirî di firokê de bûn dema ketî yan jî di xanî de bûn.

Polîsan têkilî bi Rêveberîya Firînên Ferdral re kirîye da ku lêokînê derbarê bûyerê bidin destpêkirin û daxwaz ji her kesî hatiye kirin ku perçeyên firokê bibînin wan agihdar bikin.

Polîsê Hattiesburg di hesaba xwe ya Facebook'ê de şeva borî weşandiye ku polîsên wan di rewşeke awrte de gehiştine herêma ku firoka medenî lê ketî xwar û dibêje "Roja Sêşemê 4ê Gulanê 2021ê polîsên me bersiva raporteke derbarê ketina firokekê li ser cada Annie Christie Drive da demjimêr 11:20ê, dema gehiştine ciyê bûyerê hat dîtin ku firokek medenî bi ser malekê de ketîye, peywendî bi Rêveberiya Firînên federal re hatiye kirin da ku lêkolînê encamp bidin. " Polîsan derbarê rê girtin û cadeyên vekirî agahî dane rûniştvanên herêmê. Hattiesburg 90 kîlometran dikeve baûşrê rojhilatê Jackson.

XS
SM
MD
LG