Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê di Salvegera Êrdhêjê de li Hatayê Hat Protesto Kirin


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca li Hatayê di merasîma bîranîna qurbanîyên erdhejê de hat protesto kirin.

Nasên qurbanîyên erdhejan dema Koca beşdarî li merasîmê kir jimareke caran bi sloganan gotin ku ew dixwazin ku hikûmet ji kar vekişe.

Koca ser bertekên dijî wî û hikûmetê ji X’ê bersîv da.

Wî dîyar kir ku cih û demên protestoyan hene û got ku gava jibo qurbanîyan rêzdarî hebe divê protesto nebe.

Di hin dîmenên din de, ku li ser medya civakî hatine belav kirin, tê dîtin ku Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî tê protesto kirin.

Piştî protestoya dijî Ozel, ji Bajarvanê Hatayê Lutfu Savaş tê xwestin ku ji kar vekişe.

Agahîyên fermî yên Tirkîyê nîşan didin ku di erhejên 6’ê Sibatê de, ku navend Mereş bû, 53,537 kesan canên xwe ji dest dane.

Erdhejên 6’ê Sibatê bandor li Hatay, Semsûr, Meletî, Entab, Osmanîye, Ruha, Amed, Edene, Kilis û Elezîzê kirin.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG