Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Florida 62 Mirin û 7104 Pêketinên Nû yên ji Vîrusa Korona Radigihîne


Li eyaleta Florida ya Amerîka îro Yekşemê pirtir ji 7,100 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Rêvebirîya Saxlemî ya Florida ragihand ku îro 62 kesên din jiber korona mirin ku hejmar hefteya borî 257 bû.

Rêvebirîya Saxlemîyê da zanîn ku hejmara giştî ya mirinên ji vê vîrusê giheştiye 7,206 kesan û bi giştî 487,132 bûyerên pêketina korona hatine tomar kirin.

Karbidestên saxlemîyê dîyar dikin ku heta niha pirtir ji 3.7 mîlyon testên korona hatine kirin.

XS
SM
MD
LG