Karbidestên Yunanistanê îro Pencşemê ragihand ku lehîyên hêzdar bajarê benderê Volos û girava Evia bûne sedema zararên mezin.
Karbidestan got ku do pişt nivro ve bahoza Elias û baranên xurt destpê kirine û her du herem jî jiber lehîyê di bin avê de mane.
Felaketa tenê sê hefte piştî bahoza wêranker Daniel ya li herêmê pêk tê ku 16 kes miribûn.
Li bakurê Evîa yê li rojhilata Atîna paytexta Yunanistanê helîkoptereke taybet ket deryayê ku sedama bûyerê zelal nebûye û xebatên lêgerîn û rizgarkirina didomin.
Sazîya agirkujîyê jî îro da zanîn ku ji destpêka bahoz û lehîyê zêdetirî 250 kes ji heremê hatine derxistin û wan heta niha 1.200 daxwazên alîkarîyê wergirtine.
Bajarvanê Volos ragihand ku do şev jiber bahoz û lehîyê elektrîk qut bûye 80 ji sedê bajêr di nava tarîyê de maye û maşîneyên ku derketina ser rêyan hatine rawestandin.
Bahoza Elias bahoza herî mezin ya duyê ye ku li herêmê diqewime ku di 27’ê Tebaxê de bahoza Daniel qewimîbû ku li seranserî Derya Sipî jî encamên wêranker çêkiribûn, axa Yunanîstanê ber bi Lîbya herikîbû û li bajarê Derna di lehîyeke mezin de pirtir ji 2.500 kes miribûn.