Nêzîkî milyonek mal û kargeh îro Şemiyê bê elektirîk man di encama bahoza bi navê Florence de ku li hin beşên başûrê rojhilata Amerîka dixe.
Navenda Niştimanî ya Bahozan got bahozê lehiyeke karesat li Carolina Bakur û Başûr encam da.
Navnedê got li başûrê rojhilata Carolina Bakur û bakurê rojavayê Carolina Başûr pêşbîne îro Şemiyê bahîzok bibin.
Hakimê wîlayeta Carolina Bakur Roy Cooper, bahoza Florence wek “Zordarê nevexwendî” bi nav kir û got renge ew civakan bi tevahî tune bike.
Florence ku pêşbîn bû di asta çar û pênc de be, daket asta 1 li gel ba û baraneke giran ku di encamê de bi kêmanî 5 kesan jiyana xwe jidest da.
Di demekê de ku hêza Florence kêm e li gor pêşbîniyên ku berê dibûn lê giraniya tevgera wê ew cihê xemên berpirsan e.