Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Serdema Serma Piştî Salekê Cara Yekêm Despêkir


FILE - A pharmacy in New York City offers vaccines for COVID-19, flu, shingles and pneumonia, on Dec. 6, 2021.
FILE - A pharmacy in New York City offers vaccines for COVID-19, flu, shingles and pneumonia, on Dec. 6, 2021.

Li Amerîka serdema serma piştî salekê cara yekem despêkir ku nexweşxaneyan bi nexweşen sermayê tijî bû ne. Hejayî gotineyê ku heta niha du zarok ji ber serma yê jiyanên xwe winda kirine.

Lekolîner Lynette Brammer ji Navenda Kontrolkirin û Peşigirtina Nexweşiyê Amerîkî dibeje “Serdema serma ya normal despêkiriye le mixabin dema hijmara nexweşen serma zedêdibe, mirina zarokan çedibe û ew jî hişyarî dide me ku çawa serma dikare xeravtir bibe.”

Hejayî gotineyê ku sala par di serdema sivik ya sermayê de zarokek tene mir. Le du sal bere 199 zarok ji ber sermayê mirine û sala perar ew hijmar 144 bû ye.

Li gor daneyên dawî, herî dijwartirin serma li paytext Washington hatîye dîtin.

XS
SM
MD
LG