Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wêneyekê Fotograferê Kurd Masum Suer Xelatê Cîhanî Yê 2021ê Digire


Wêneyên Fotograferê Kurd Masum Suer - Hesenkêf
Wêneyên Fotograferê Kurd Masum Suer - Hesenkêf

Pêşbirkêya wêneyên cihên dîrokî ya sala 2021 ya navnetewî (Historic Photographer of the Year 2021) de, wêneyek Masum Suer jî di nav 40 wênekêşên herî baş yên cihanê de hate hilbijartin.

Wênekêşê Kurd bi 26 wêneyên xwe yên ji bajarên Wan, Riha, Amed, Heskêf û Semsûr’ê beşdarî pêşbirkê bû. Lê wêneyê peykerê Qralên Kommagene ku li bajarê Semsûr’ê (Adiyaman) li serê çiyayê Nemrût kişandibû ev xelat wergirt.

Di wêne de peykerên qralên Kommagene yên dîrokî di nav berfê de xuya dikin.

Wêneyê Masûm Suer Yê ku xelatê cîhanî yê 2021ê girtî
Wêneyê Masûm Suer Yê ku xelatê cîhanî yê 2021ê girtî


Birêz Suer jibo Dengê Amerîka da zanîn ew gelek serbilind e ku wêneyê wî jî di nav 40 wêneyan de hatiye destnîşankirin.

Di pêşbirka ku li Brîtanyayê her sal tê lidarxistin de wênekêşê Brîtanî Steve Liddiard bi wêneyê xwe yê ku li Galler’ê kişandibû xelata wênekêşê sala 2021’an yê herî baş wergirt.

Di pêşbirka ku ji her welatê cihanê gelek wênekêş bi hezaran wêneyê xwe beşdar bibûn de 40 wênêyên ku man fînalê jî, weke wêneyên herî baş yên sala 2021’an hatin hilbijartin.

Pêşbirkê ji aliye History Hit TV, Sky History TV, saziya parastina xweza û derdorê ya Brîtanya ya bi navê Historic England, Komeleya Hunera Wêne û Dîrokê AHFAP û saziya bi navê Trip Historic ve tê emade kirin.

Di sala 2017an de jî 2 wêneyên Masum Suer di nav lîsta heman pêşbirkê de cî girtibûn.

Raporta Diyarbekir / Amedê 12 /12 /2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

Fotografer Û Rojnamevanê Kurd Yê Naskirî Masûm Suer
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:06 0:00

XS
SM
MD
LG