Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) ya 2022yan, ku hatibû paşxistin, dê li Davos ya Swîsre li dar keve.
Reutersê ew agahî ji zarê çêkerê WEF’ê, Klaus Schwab ragihand.
WEF bi kevnepoşîyekê li Davosê li dar dikeve, lê di rojên borî de bi hin nûçeyan hatibû îdia kirin ku ewê civîna pêş li cîhekî din li dar keve.
Schwab li ser pirsa ewê bo civînê Sîngaporê bibêjirin yan ne, got ku forum dê li Davosê çêbe.
WEF’ê jiber belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê civîna salane ya forumê paş xist ku ew di mehên havînê yên 2022’yan de li dar keve.