Serokê Fransa Fransa Francois Hollande îro Duşemê dibêje, wê firokên welatê wî hember DAIŞê dest bi firînên çavdêrîyê li Sûrîyê bike.
Firokên Fransî di rewşa niha de li Îraqê dijî DAIŞê êrîşên esmanê pêk tînin, lê piştî Amerîka wê bibe welatê duyê yê Rojavayî ku li ser êrîşên DAIŞê li Sûrîyê êrîşan pêk bîne.
“Min ji Wezîrê Berevanî re got ku jibo plankirina êrşşên dijî DAIŞê, firînên çavdêrîyê li Sûrîyê sibe dikarin destpê bikin."
Hollande bal kişand ku ew hizra şandina hezên bejeyî li Sûrîyê nake.