Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Mêvandarîya Konferansa Alîkarîya Navnetewî ya bo Gazayê Dike


Fransa li ser banga serokomarê welêt Emmanuel Macron jibo sîvîlên li Gaza konferansa alîkarîyê ya navneteweyî li dar dixe.

Nûnerên bi qasî 80 dewlet û sazîyên navnetewî beşdarî li konferansê dikin û Îsraîl jibo konferansê nehatiye vexwendin.

Macron jiber dema Foruma Aştîyê ya Parîsê ya 6’an biryar dabû ku li Qesira Elysee konferanseke navnetewî li dar bixe.

Jêderên nêzî Qesira Elysee dibêjin ku konferansa alîkarîyê ya jibo sîvîlên di navberên Foruma Aştîyê ya Parîsê de pêk tê û başbûna rewişa li Gaza li gor berjewendîyên hemî alîyan e.

Ne li ber e ku piştî konferansê banga agirbestê were kirin yan daxuyanîyeke hevbeş were weşandin.

Li gor jêderên Qesira Elysee, Macron pêr Sêşemê bi rêka telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re peyivî û ew dê piştî konferansê jî bi wî re bipeyîve.

Macron ser rewşa herêmê bi Serokomarê Misirê Abdulfetah El Sîsî û Emîrê Qatarê Şêx Tamîm bîn Hamed El Sanî re jî axifî.

Fransa hewil dide bi danûstandinên li konferansê birîndaran jibo dermankirinê bîne dewletên Ewrupa û alîkarîyên jibo Gaza zêdetir bike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku heta dawîya 2023’an pêdivîya diravî ya jibo alîkarîya seba Gaza nêzî 1,2 mîlyar dolar be.

XS
SM
MD
LG