Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Divê Îsraîl bi Tevkujîyê Neyê Tawanbar Kirin


Wezîrê Derve yê nû yê Fransa Stephane Sejourne dîyar kir ku ew dijî wê dozê ye ku Îsraîlê li dadgeha bilind ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser komkujîya dijî Filîstînîyên li Gaza tawanbar dike.

Afrîqaya Başûr îdia kiribû Îsraîl Peymana Komkujîyê ya NY’ê binpê dike û dijî wê lî dadgeha NY’ê doz vekiribû.

Sejourne, ku hefteya borî hat erkdar kirin, li parlamana Fransa ser doza Afrîqaya Başûr ya dijî Îsraîlî peyivî.

Wî dîyar kir ku gava dewleteke Cihû bi komkujîyê tê tawanbar kirin sînorê exlaqê tê derbaz kirin.

Wezîrê Fransî got ku divê peyva komkujîyê jibo armancên sîyasî neyê karanîn.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, îro Çarşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îraîlê de 24,448 kes hatine kuştin û 61,504 kes jî birîndar bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG