Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Drian: Em bi Tirkîyê re di Agirbesteke Devkî de Ne


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ew bi Tirkîyê re di ‘’agirbesteke devkî’’ de ne.

Le Drian da zanîn ku ew bi ‘’agirbesta devkî’’ dixwazin rê li ber gotinên girjîyê çêdikin bigirin.

Wî ji kanala BFM re da zanîn ku ew agirbest têra wan nake.

‘’Em dixwazin ku Tirkîye di mijarên taybet de dest bi tevgeran bike.’’ Le Drian got.

Wezîrê Fransa dîyar kir ku di nav wan mijarên taybet de Qibris, Lîbya, rojhilata Derya Sipî hene.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û hevtayê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan par hevdu bi gotinên giran rexne kiribûn.

XS
SM
MD
LG